Derbeya leşkerî çawa hat plankirin û çawa hat kirin

Hewldana derbeya leşkerî ya ku armanca wê rûxandina Partiya dad û Geşepêdan (AKP) ya ku ve 14 sal in li ser desthilatiya Tirkiyê û Erdogan, biser neket. Bi riya sekinandina vê hewldanê, Tirkiye ji aloziyeke mezin vegeriya.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/81e443bd-0eac-46ff-995c-d7914be8094c/Leshkir.ism/manifest

K24 – Stanbol

Hewldana derbeya leşkerî ya ku armanca wê rûxandina Partiya dad û Geşepêdan (AKP) ya ku ve 14 sal in li ser desthilatiya Tirkiyê û Erdogan, biser neket. Bi riya sekinandina vê hewldanê, Tirkiye ji aloziyeke mezin vegeriya.

Dîmenên ku Di şeva 15ê Tîrmehê de hatine ser ekranên televîzyonan, berê cîhanê da Tirkiyê. Herdu pirên mezin yên Stenbolê ji aliyê grûpeke leşker ve hatibûn girtin. Hêj sedema vê bûyerê nehatiye zanîn, li paytexta Tirkiyê Enqerê Parlamentoya Tirkiyê û hinek bingehên leşkerî yên stratejîk ji aliyê firokeyên F16 ve hatin bombebaran kirin. Piştî vê bûyerê Di demeke kurt de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim beşdarî weşaneka zindî bû û ragihand ku, hewldanek ji bo derbeya leşkerî tê kirin. Yildirim got: ''Hewldanek jı bo derbeya leşkerî tê kirin.''

Aliyên derbeya leşkerî plan kirine di demeke kurt de ser avahiyên giring yên leşkeriyê de girtin û gelek  pilebilindên leşkeran dîl girtin. Bi taybetî li Enqere û Stenbolê hewldanek ji bo kontrolkirina cihên stratejîk yên hikûmetê hat kirin. Li hinek cihan kontrol ket bin destê wan li hinek bi demjimêran şer berdewam kir.

Piştî ku derbeciyan televîzyona fermî hikûmeta Tirkiyê “ TRT” kontrol kirin û danezanê derbeyê di TRTê de dan xwendin, Tirkiye ket nav Tirs û endîşeyê.

Piştî xwendina danezanê Serokomarê Tirkiyê Recep tayîb Erdogan yê ku navçeya Marmarîsê di betlaneyê de bi rêya televîsyonekê bang li welatiyan kir, ew derkevin kolan û meydanan.

Piştî axaftina Erdogan, li Tirkiyê milyonan kes daketin meydan û kolanan. Li ser piştgiriya welatiyan polîsan li her cihan bi derbeciyan re ketin nav şerî. Piştre rewş veguherî û gelek cih ji destê leşkerên derbeciyan hatin derxistin û grûp bi grûp ew leşkerên beşdarî derbeya leşkerî bûne xwe radestî polîsan kirin.