Serkirdeyê YPGê Hisên Şawîş canê xwe jidest da

Serkirdeyê navdar yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hisên Şawîş di encama bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

K24 – Qamişlo

Serkirdeyê navdar yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hisên Şawîş di encama bûyereke çûnûhatinê de canê xwe jidest da.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, Serkirdeyê navdar yê di Nivîsîngeha Têkiliyên Giştî yê YPGê de Hisên Şawîş di encama bûyereke çûnûhatinê de li ser rêya di navbera Dêrikê û Rimêlanê de canê xwe jidest da.

Peymnêrê K24ê diyar kir jî, Li gorî jêderên di nava Rêveberiya Xweser de, di demjimêr 21:30 êvara roja 19 Tîrmehê piştî beşadriya Hisên Şawîş di merasîmên çaremîn salvegera şoreşa 19 Tîrmehê dema ku ji Girkê Legê ber bi bajarê Dêrikê ve diçû, otomobîla wî û otomobîleke din li hev ketin û di cih de Hisên Şawîş canê xwe ji dest daye.

Hisên Şawîş ku tê naskirin bi navê Herekol, ji devera koçerata ya Rojavayê kurdistanê ye û di salên 1990î ve tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Berî ku tevlî YPG bibe, artêşa Tirkiyê ew binçav kiribû û 14 salan di zindanên Tirkiyê de mabû.