Serkirdeyekî Hizbûlah li Sûriyê hat kuştin

Hizbulaha Libnanî nûçeya kuştina serkirdeyê xwe piştrast kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Azad a Sûriyê kuştina serkirdeyê Hizbulaha Libnanî Ismaîl Ehmed Zehrî ku, serkêşiya operasyonên bejayî dikir li navçeya Qelemûn a rojava ragehand.

Derbarê vê mijarê Seraya erken taybet ên Artêşa Azad a Sûriyê daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, otombîla serkirdeyê Hizbulaha Libnanî Ismaîl Ehmed Zehrî ji aliyê wan ve hatiye armanc kirin û di encam de, ew serkirde hatiye kuştin.

Serkirdeyê Hizbulaha Libnanî Ismaîl Ehmed Zehrî yek ji damezrênerê mîlîşyatên Hizbulaha Libnanî bû, herwiha erkê dagîrkirina zeviyên Regos li xwe girtibû.

Ji aliyê xwe ve jî Mîlîşyatên Hizbulaha Libnanî nûçeya kuştina serkirdeyê xwe piştrast kir, da zanîn ku, ew bi sedema nexweşiyekî giran canê xwe ji dest da ye.