Li Kerkûkê êrîş li ser baregeha PDK hat kirin

Piştî êrîşê du çekdar hatin girtin.

K24-Kerkûk

Şeva borî hejmarek çekdar li bajarê Kerkûkê êrîşî baregeha Partiya Demokratîya Kurdistanê(PDK) kirin, piştî êrîşê du çekdar hatin girtin.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Kerkûkê ragehand ku şeva borî piştî seat 12e sê çekdaran teqe li baregeha nevçeyî ya 4 a PDK li gereka Azadî kirin, da zanîn ku berpirsên baregehê bi alîkariya polîs û asayîşan du çekdar girtin û yê din jî revî û heta niha ew nehatite girtin.

Li gor peyamnêrê K24ê her sê çekdar bi netew Kurdin û lêkolîn derbarê bûyerê de û ligel çekdarên girtî dest pê kirye. Herwiha hawl têne kirin ku çekdarê siyem jî bigrin.