Li Enqerê 51 leşkerên din hatin binçavkirin

Li Tirkiyê lêpirsîn û operasyonên di nava leşkeriyê de berdewam dikin. Li Enqerê 51 leşlerên din hatin binçavkirin ku têkildariya wan bi rêxistina Fethullah Gulen û hewldana darbeyê hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê lêpirsîn û operasyonên di nava leşkeriyê de berdewam dikin. Li Enqerê 51 leşlerên din hatin binçavkirin ku têkildariya wan bi rêxistina Fethullah Gulen û hewldana darbeyê hene.

Di encama operasyonê ku li Polatliya Enqerê pêk yek jê serefser 51 leşker hatin binçavkirin û ji bo midûriyeta asayîşê ya Polatliyê hatin şandin.

Hat ragihandin ku, operasyon di çarçoveya lêpirsîna hewldana darbeya leşkerî ya şeva 15ê Tirmehê hatiye destpêkirin.

Beriya niha jî di heman çarçoveyê de operasyon pêk hatibû û 2 leşkerên payebilind hatibûn girtin.