Demîrtaş: Emê şandekê bişînin Qendîlê

Dibe şopa AKPê li ser derbeyê derkeve holê.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê diyar kir ku divê parêzer yan jî malbata Ocalan serdana Îmraliyê bikin û ew difikirin şandekê bişînin Qendîlê jî.

Selahedîn Demîrtaş ji rojnameya Cumhûriyetê re axivî û li ser hewla derbeyê wiha got: Dibe şopa AKPê li ser derbeyê derbikeve holê.

Demîrtaş derbarê venexwendina hevdîtina ligel serokomar jî wiha got, AKP bi îsrara hevdîtin nekirina ligel HDPê Tirkiyê dixe di nava metirsiyê de.

Hevserokê HDPê ragihand ku du armancên wane hen û got: "Şer û pevçûnên niha bingehê derbeyê zindî dihêle. Divê rêyek ji vê re bê dîtin. Ya dûyemîn jî malbat û parêzer biçin Îmraliyê. Di vebijarkên me de heye em şandekê bişînin Îmralî û Qendîlê jî."