Kerry û Lavrov derbarê hevahenga li Sûriyê dicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên derve yê Amerîkayê û Rûsyayê derbarê bihêzkirina hevkariyên leşkerî li Sûriyê civiyan.
Wezêrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi hevşanê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re li Lawisê derbarê pêşniyara Amerîkayê bo bihêzkirina hevkarî û hevahengiya leşkerî li Sûriyê civiyan.
Pêşniyara Amerîkayê ya ku bi Rûsyayê re gotûbêj kiriye, pirsa armanckirina Eniya el-Nusrayê (Baskê Qaidê li Sûriyê) û qedexekirina êrîşên rêjîma Sûriyê ya li ser çekdarên opozîsyonê yên miyanrew bûn.
Tevî gûmanên berpirsên Amerîkî bi cidiya Rûsyayê bi her hevahengiyekê, lê Kerry berevaniya pêşniyara xwe kir û bi Lavrov re gengeşeya pêşniyarên xwe kir.