Li Diyarbekirê bêhtir ji hezar kesî ji kar hatin dûrxistin

Li Diyarbekirê di çarçoveya têkoşîna li dijî derbekaran û cemaeta Xizmet ya Fethulah Gulen de, hezar û 9 karmend ji kar hatin dûrxistin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di çarçoveya têkoşîna li dijî derbekaran û cemaeta Xizmet ya Fethulah Gulen de, hezar û 9 karmend ji kar hatin dûrxistin.

Li Diyarbekirê jî lêpirsîna derbarê hewldana derbeya leşkerî de didome. Di vê çarçoveyê de, hezar û 9 kesên ku tê gotin têkiliyên wan bi rêxistina navborî re heye ji kar hatin dûrxistin.

Li gorî ragihandina parêzgeriyê ji kîjan sazî û dezgehan çend kes ji kar hatin dûrxistin, wiha hate eşkerekirin.

Ji ewlehiyê 382, ji Rêveberitiya Perwedeya Netewî 288, Ji Rêvebertiya Polîtîqayên Civakî û Malbatî 97, ji Dadgehê 69, ji Zanîngeha Dîcleyê 56, ji leşkeriyê 41, ji Rêvebertiya TRT ya Diyarbekirê 19, Ji Rêveberitiya Spor û Xizmetên Ciwanan 10, Ji Serokatiya Daîreya Bacê 8, Ji Miftîtiyê 7, ji Rêvebertiya Saziya Ewlekariya Civakî 6, ji Rêvebertiya Herêmê ya Telekomê 4, Ji Saziya Piştgiriya Pêşveçûn û Cotkariyê 3,  û 2 qeymeqam, 2 mifetişên bacê û 15 kesên ji saziyên cûda jî di nav de bi tevahî 1009 kes piştî kiryariyên fermî ji peywîr hatin dûrxistin.

Derbarê kesên ku ji kar hatine dûrxistin de lêpirsîn didome.