Li Şemzînanê şer berdewam e

Çûnûhatin qedexe bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Şemzînanê yê Bakûrê Kurdistanê, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye.

Îro li nêzîkî gundê Şapatanê yê Şemzînanê, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û heta niha jî didome.

Tê gotin ku destpêkê li wir teqînek qewimiye piştî teqînê şer derketiye.Hêzên artêşa Tirkiyê dora cihê ku şer lê derketiye hatin û çûn lê qedexe kiriye.

Li gorî agahiyan, hêzên artêşê wan deran didin ber topan ji ber wê jî agir bi daristanên wê deverê ketiye.Çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin, di şerê Şemzînanê de gelek serbaz hatine kuştin û birîndar bûne.