Partiyên siyasî gengeşeya guherînên Artêşa Tirkiyê dikin

Serokên partiyên siyasî, bi taybetî ew nîqaşa li ser rûdanên derbarê Artêşa Tirkiyê de berdewam kirin.
kurdistan24.net

 

K24-Enqerê

Di çarçoveya rewşa awarte de guherîn û vegûherîna Artêşa Tirkiyê bi rêya biryarnameyan hatibû ragihandin. Nîqaşa vê yekê ji aliyê partiyên siyasî ve berdewam dike. Hikûmetê diyar kir ku rexneyên derbarê vê mijarê de ne di cih de ne. Partiyên opozîsyon jî AK Partî bi fersend perestiyê sûcdar kir.

Biryarnameyên di hikmê yaseyan de ku jinûve sazkirina dewletê dihûndirîne di rojeva sereke ya Parlamentoya Tirkiyê de bû. Serokên partiyên siyasî, bi taybetî ew nîqaşa li ser rûdanên derbarê Artêşa Tirkiyê de berdewam kirin. Serokwezîr Bînalî Yildirim rexneyên li ser Rewşa Awarte bêwate nirxand û sedema sererastkirinan wiha rave kir.

Serokwezîrê Tirkiyê BîYildirim derbarê vê yekê eiha got:

"Sererastkirina herî mezin ya berbiçav di nava Artêşê de hate kirin. Ev yek wê destê artêşe qels neke, zêdetir xurttir bike û dê amadetir bibe ji her cure xeterayan re. Ji bo paşeroja me ya herî giring ew e ku artêş bi tenê bi karê xwe yê bingehîn ve eleqedar bibe."

Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku tê wê wateyê ku bi rêya van sererastkirinan her tişt bi tenê bi mirovekî ve tên girêdan, lewre divê ji vê hewla darbeyê dersên nû werin derxistin. Kiliçdaroglu rave kir ku ew Biryarnameyên Rewşa Awarte, heta mêweya diyarkirî derbas dibin, eger Rewşa Awarte bê bikaranîn û ew sererastkirin piştî Rewşa Awarte jî berdewam bikin hingî ev gav tên wateya ku parlamento hatiye rawestandin. 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha got:

"Ev dewlet dewleta me ye. Sererastkirin divê ji aliyê parlamentoyê ve bên kirin ku ji aliyê îradeya gel ve hatiye hilbijartin. Pêwîst e pergala pîleyan ya artêşê bê parastin. Dibêjin bila sivîl bibe artêş. Wê çawa bibe? Ger karibe hisab bide rêveberiya sivîl mimkûn e, ne bi gûhertina awayê wê."

Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksedag îdia kir ku AKP hewla darbeya 15ê Tîrmehê ji xwe re wek destketiyek û wek fersendekê dibîne.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen yuksekdag wiha axifî:"Li holê tenê cudatiyeke apoletî heye, ya wan kesên ku vê hêza çekdarî bi kiryarên antî-demokratîk li dijî gel bikartînin. Tenê li ser milê wan apolet nîn e. Îro zordariya darbeya bê apolet li me tê kirin."

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî rexne girtin li ser wan sererastkirinan. Bahçelî girêdana Serfermandariyê ya bo Serokkomariyê jî wek hewleke bêwext nirxand.