Jinên Dêrsimê: komkujiya Êzidiyan jenosîd e

Di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên Êzidî hatibûn kuştin û 200 hezar Kurdên Êzîdî bê mal û milk mabûn. Di salvegera duyemîn ya vê komkujiya ku li ser Êzidiyan pêk hatibû de, li gelek deverên bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidraxistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9d1f22bb-9a68-4f21-944b-b5994a69b9ce/QetliamaShingale.ism/manifest

K24 – Dêrsim

Di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şengalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên Êzidî hatibûn kuştin û 200 hezar Kurdên Êzîdî  bê mal û milk mabûn. Di salvegera duyemîn ya vê komkujiya ku li ser Êzidiyan pêk hatibû de, li gelek deverên bakurê Kurdistanê çalakî hatin lidraxistin.

Ji ber salvegera komkujiya Şengalê ji aliyê civata jinên Êzidî yên Şengalê ve daxuyaniyek hatibû balavkirin ku 3ê Tebaxê  de wek, " Li Dijî Qirkirina Jinan û Jenosîdê Roja Çalakiyê ya Navnetewayî" bê dîtin û çalakî bên lidarxistin.Li ser bangavaziya jinên Şengalê gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakî pêkhatin.

Jinên Dêrsima bakurê Kurdistanê di vê çarçovê de meşek lidar xistin û helwesta xwe  nîşanî qetlîama Şengalê dan. Hevşaredara Navçeya Akpazarê Fadîme Çetînkaya di çalakiyê de got: "Jinên Êzidî li Şengalê qirkirin, tecavûz kirin, li bazaran de hatin firotin. Em vê yekê şermezar dikin.  Em dibêjin ku em hemû yekin bedena me yek e û bedena me tu caran ne ya frotinê ye."

Gelek jinên ku li ber avahiya şaredariya Dersîmê kom bûn, ji bo piştgiriyê bidin jinên Êzidî, ji ber Çiyayê Zel ketin rê. Ev çiyayê ku jin çûnê, ji bo Elewiyan pîroz tê dîtin.Jinên Dêrsimê di komkujiya Dêrsimê ya 1937 û 38an de xwe sipartibûn wî çiyayî û ji bo destdirêjî li wan neyê kirin xwe ji wî çiyayî avêtbûn. Ji aliyê jinan ve di quntara Çiyayê Zel de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Endama Platforma Jinên Dêrsimê Leyla Akyildiz jî got: "Em dibînin ku li Şengal, Roboskî, Cizîr û Rojavayê heman tişt hatine kirin li dijî Kurdan. Di sala 1938an de li dijî jinên Elewî jî qirkirin pêk hatibû, îro jî li Şengalê li dijî Êzidiyan pêk hat. Em hatin ku li vê derê qetlîama Şengalê şermezar bikin."

Jinên Dêrsîmê amaje bi wê yekê kirin ku jinên niha li hemberî çeteyên DAIŞê şer dikin dê her biser kevin û dê belaya DAIŞê ji nava bajarên Kurdan derxînin. Herwiha hîj derdora 2 hezar jinên Êzidî di destê DAÎŞê de ne û li benda rizgarkirina xwe ne.