Obama soz a xwe tekez dike li nser ji navbirin a Daişê
K24- Hewlêr
Serok ê Emerîkayê Barak Obama, carek a dî tekez kir li ser soz a xwe bo ji navibrin a Daişê. Piştî dû salan ji pêkhînan a Hevpeymanî ya Nêvdewletî li dijî Daişê, evê hevpeymanîyê 14 hezar caran hêriş ên asmanî li dijî Daişê encamdane.
Li wezaret a berevanî ya Emerîkayê (Pênatagon) piştî kombûnê li gel berpirs ên wezaret a berevanîyê û gêngeşekirinê li ser şerr ê Daişê, Obamay kongireyek a rojnamevanî encamda û tekez li ser berdewamî ya şerrî kir li gel Daişê.