Tirkiyê dê dibistanên Cemaeta Gulen li Kazakistanê jî bigre

90 hezar xwendekar di wan dibistanan de dixwînin

K24-Navenda Nûçeyan

dibistanên Cemaeta Fethula Gulen yên li Kazaxistanê  ji endamên cemaetê tên paqijkirin. Serokomarê Kazaxistanê dibêje 90 hezar xwendekar di wan dibistanan de dixwînin.

Serokomarê Kazaxistanê Nazarbayev, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê yekem serokomar e ku serdana Tirkiyê dike. Piştî hevdîtinên bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re derketin pêşberî rojnamevanan bû.

Erdogan da zanîn ku ew serdanê pir watedar dibînin û hêvî dike ku piştî lêkolîn û gotûbêja wezaretên perwerdehiya her du welatan, dê dibistanê Cemaeta Fethula Gulen li Kazaxistanê bên girtin.

Nazarbayev jî got, di dema Turgut Ozal de ew dibistan hatine û niha 90 hezar xwendekar di wan dibistanan de dixwînin. Eger pêwendiya mamosteyan bi Gulen re bê dîtin dê werin dersînorkirin.