Serkirdekî DAIŞê li Iraqê hate kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihand, di êrîşên esmanî yên firokeyên Iraqî de, serkirdeyekî bilind yê DAIŞê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihand, di êrîşên esmanî yên firokeyên Iraqî de, serkirdeyekî bilind yê DAIŞê hate kuştin.

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên F16 yên artêşa Iraqê çend pêgehên DAIŞê LI navçeyên parêzgehên Kerkûk û Enbarê bombebaran kirin, di êrîşekê de li parîzgeha Enbarê serkirdeyê DAIŞê Ebû Bera Mihelawî û 27 çekdarên din hatin kuştin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat diyarkirin, di êrîşên firokeyên Iraqî de çendîn kargehên teqemeniyê û komkegehên çekan li Navçeya Ebasî ya li nêzîkî Hiwêce û bajarokê Qaimê ya Enbarê hatin armanckirin.