Yildirim: Amerîka helwesta xwe diguhêre
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, helwesta Amerîka ya piştî derbeyê diguhere û bo piştevaniyê Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Tirkiyê dike.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim da xuyakirin, ew zehmetiyê dikişînin ku endamên cemaeta Gulen û kesên pêwendiya wan pê re nîne, ji hev cuda bikin.
Yildirim da xuyakirin, piştî hewldana derbeyê ji rojavayê piştevaniyeke girîng nedîtin, lê niha helwesta Amerîka diguhêre û Cîgirî Serokê Amerîka Joe Biden 24'ê vê mehê serdana Tirkiyê dike.