Pêşmerge ji navçeyên rizgar kirine venakişe
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, Pêşmerge ji navçeyên ku berê rizgar kirine venakişe û mana Pêşmerge bo aramiya wan nevçeyan e, her demeke jî pêwîst be, Pêşmerge pêşveçûnê dike.
Ev daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî wek bersivekê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ubadî hat, ku Ubadî gotibû ji bilî hêzên Iraqê ti hêzeke din naçe nava Mûsilê.