Biden: Alîkariya operesyona Tirkiyê ya li Cerablusê dikin

Cîgirê Serokê Amerîka dibêje ku, Amerîka dê alîkariya esmanî bide operesyona artêşa Tirkiyê ya li Cerablusê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Amerîka dibêje ku, Amerîka dê alîkariya esmanî bide operesyona artêşa Tirkiyê ya li Cerablusê.

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi serdanekê gihêşte Enqerê Paytexta Tirkiyê û di firokeya xwe de ragihad ku, di çarçoveya NATOyê de Amerîka hevrêziyê bi Tirkiyê dike, da ku alîkariya esmanî bo operesyona Tirkiyê li Cerablusê bike.

Îro firoke û hêzên taybet yên artêşa Tirkiyê operesyoneke leşkerî li Celablusê kirin, li gor medyaya Tirkiyê ku ew operesyon li dijî çekdarên DAIŞê bû.

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bi serdanekê gihêşte Enqerê Paytexta Tirkiyê, ku armanca sereke ya vê serdanê ew e ku asayîkirina pêwendiyên di navbera her du welatan e, ku piştî hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê û pirsa radestkirina Fethula Gulen, rastî aloziyê hatibû.