Hewl didin Zaro nebin qurbanî yên şerr, lê

Li Tirkiyê û tevahiya cîhanê şer û pevçûn her ku diçe zêdetir zarokan dikujê û rê li ber vê yekê nayê girtin. Rayedarên dewletê jî tenê peyamên şermezarkirinê didin û tu bergiriyên van kuştinan nastînin. Ev yek jî dibe sedema ku li dijî van kuştinan çalaki pêk bên.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ec5ef388-a3b7-4d0f-9df8-be9a525ecb50/JiBoZarokanAsiti.ism/manifest

K24- Ankere

Li Tirkiyê û tevahiya cîhanê şer û pevçûn her ku diçe zêdetir zarokan dikujê û rê li ber vê yekê nayê girtin. Rayedarên dewletê jî tenê peyamên şermezarkirinê didin û tu bergiriyên van kuştinan nastînin. Ev yek jî dibe sedema ku li dijî van kuştinan çalaki pêk bên.

Li Tirkiyê û tevahiya cîhanê ji ber şer û pevçûnan û politîkayên dewletan gelek zarok tên kuştin. Ev zarokên ku ne berpisyar û ne alîgirên van şer û pevçûnan in her roj jiyana xwe ji dest didin. Destnîşaneya vê yekê jî ya di van demên dawîn de beriya hefteyekê teqîna ku li Dîlokê rû dabû. Di vê teqîna ku li dawetê de pêk hat de 33 zarokan canê xwe ji dest dabûn.

Li gorî Komeleya Gundem Çocukê û Komîsyona Mafên Zarokan ya giredayî Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyê ji 5ê Hezîrana 2015an heta îro 48 erîşên bombeyî pêk hatine û di van teqînan de di meha dawî de 37bi temamî jî 136 zarok hatine kuştin. Li ser vê yekê jî çalaki pek tên. ParêzerêEndamê Baroya Enqerê Bîlal Kolbuken jî li ser mijara "ji zarokan re aştî" bîr û boçûnên xwe anî ziman.

BKolbuken - Parêzerê Endamê Baroya Enqerê, got: "Gelek saziyên civakî di bin banê "Ji bo zarokan aşitî niha" gihiştine bal hev. Rêveberên dewletê di warê qetlîam û binpêkirina mafên zarokan de divê guh bide dam û dezgehên civakî. Ew zarokên ku di teqînan de canê xwe ji dest didin di nava hejmara de nayên diyarkirin. Berpirsê vê yekê jî em in. "

Bi boçuna wan komaleyên ku çalakiyên xwe ji bo şermezarkirina kuştinên zarokan li dardixin, rayedarên dewletê bergiriyanagire û ji şermezarkirina van erîşan pê ve tu tiştî nake. Komele diyar dikin ku bi tenê sucekî wan zarok heye ew jî ji bo ku li kolanan dimeşin; yan jî di ligel dê û bavên xwe beşdariyê di çalakiyeke aştiyê de pêk tînin.

Adnan Vural - Rêveberê Komîsyona Mafên Zarokan ya giredayi ÎHD, got:"Ji ber şerên ku li Kurdistanê berdewam dikin gelek zarokan jiyana xwe ji dest da. Bi rastî jî bi qedexeyan re ji bo wan kuştinan tu bergirî nehatin girtin. Dam û dezgehên kudi warê mafên zarokan de dixebitin çiqas hewl bidin jî encamek bi dest nexistine.Kuştina zarokan jî her berdewam e."

Herwiha parêzerên mafên zarokan amaje bi wê yekê dikin ku di serî de rayêdarên ku ji parastina jiyana zarokan berpirsyarin ji bo ku zarok û sivîlên ku di teqînan de jiyana xwe ji dest didin pêwîst e demildest beyî cûdahiyên siyasî bi diruşmeya "ji Bo Zarokan Aşitî" derkevin qadan û rê li ber vê yekê bigirin.