Stanbol: Çilrojiya dengêjê Kurd Bavê Selah

Dengbêj û hunermendê Kurd yê navdar Bavê Saleh li Stenbolê ji aliyê hezkirîyên wî ve hat bibîranîn. Di bîranînê de jiyana Bavê Salêh ya ku di nav xebata çandî û hunerî de derbas bûyî hat gotûbêj kirin û gelek berhemên wî jî hatin pêşkêş kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/70847f95-e88d-4731-8567-28b609a91941/BibiraninaBaveSelah.ism/manifest

K24 – Stanbol

Dengbêj û hunermendê Kurd yê navdar Bavê Saleh li Stenbolê ji aliyê hezkirîyên wî ve hat bibîranîn. Di bîranînê de jiyana Bavê Salêh ya ku di nav xebata çandî û hunerî de derbas bûyî hat gotûbêj kirin û gelek berhemên wî jî hatin pêşkêş kirin.

Dengbêjê navdar yê Kurd Ebdulrehman Omer yê ku wek Bavê Saleh tê naskirin û meha borî çûye ber dilovaniya xwedê, li Stenbolê bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de hezkirî û malbata Bavê Saleh li ser jiyan û hunera wî axivîn û hunermendê mezin bi rêz hirmet bibîranîn.

Beşdarên merasîmê, Bavê saleh wek xwediyekê çand û filklora Kurdî binav kirin û nêrînên xwe wiha anîn ziman.

Birayê Bavê Saleh Ednan Omer li ser xebat û hunera Bavê Selah ji K24ê re axivî û got: “Bavê Saleh di jiyana xwe de herdem ji bo hunera Kurdî xebat kir. Em jî dixwazin vî hunermendê mezin bibîr bînin. Tiştê wî ji gelê xwe re pêşkêş kiriye, tiştên pir dewlemend bûn. bi taybetî ji bo destan û dengbêjiya Kurdî.

Xwişka Bavê Saleh Fehîme Omer jî got: “Em li vê xerîbîyê, me nekarî em biçin ser tirba Bavê Saleh. Ji bo me gelek zehmet bû, Em gelek xemgîn bûn. Bavê saleh mirovekî xizmetkarê gelê xwe bû.”

Di merasîma Bavê Saleh de helbest hatin xwendin û gelek berhemên wî hatin pêşkêş kirin.

Beşdarekî merasîmê bi navê Mecîd Rojavayî jî wiha axivî: “Em hewl didin her sal ji bo mamosteyê mezin çalakiyekê pêk bînin. Her wiha armanca me ew e ku em li ser stranên Bavê Saleh jî lêkolînan bikin. Ez bangî nivîskar û rewşenbîran jî dikim li ser berhemên mamoste baş bisekinin.”

Xwarziya Bavê Saleh Şêrîn Omer li ser bandora koçkirina Bavê Selah got: “Koçkirina Bavê Saleh ji bo me gelek giran bû. Ji ber ku çand û hunera Kurdî gelek pêşve dibir û dewlemend dikir. Em bi wî serbilind in û me gelek tişt ji wî fêr bûn.”

Bavê Saleh di sala 1952an li Efrînê ji dayik bûye û di sala 1984 de Koma Armanc damezrandiye û gelek berhêmên hunerî derxistine. Her wiha ew di jiyana xwe de gelek caran rastî zordariya rejîma Suriyê hatiye, lê ti caran dest ji hunera xwe bernedaye û bi sedan berhem nivîsandiye. Bavê Saleh di 14 ê Tîrmeha îsal de di encamê krîza dil de koça xwe ya dawî kir û li gundê xwe Gorda bi beşdarbûna bi dehan hezar kes ji hizkiriyên xwe, bi axê hate spartin.