Di Rojnameyên rojava de derbasbûna Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê

Gûmana medyayê welatên rojava li ser derbasbûna artêşa Tirkiyê bo nava xaka Sûriyê heye, ku operesyona bi navê “Mertala Feratê” ji çend rojan de berdewam e û armanca wê jî bajarê Minbicê, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gûmana medyayê welatên rojava li ser derbasbûna artêşa Tirkiyê bo nava xaka Sûriyê heye, ku operesyona bi navê “Mertala Feratê” ji çend rojan de berdewam e û armanca wê jî bajarê Minbicê, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Rojnameya “Cumhuriyet” ya Tirkî nêrînên medyaya rojava ya derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Cerablusê kom kiriye. Li gor Medyay Amerîkayê ku Tirkiye bi hinceta şerê li dijî DAIŞê derbasî nava sînorê Sûriyê bûye, ku bi Kurdan re rastî şerekî hatiye û Amerîka berve rewşeke aloz biriye.

Medyayên Almanî di wê baweriyê de ne ku, Tirkiyê qurbaniyeke mezin dide û pêşbîniya şerekî dirêj dikin.

Rojnameya “Times” ya Brîtanî nivîsiye, fermandarekî grûpa Nûredîn Zenkî di dema çûna nava Cerablusê, ti çekdarekî DAIŞê li Cerablusê nemabû. Got jî, welatiyekî Cerablusê jê re gotiye ku, çekdarên DAIŞê berî 5 rojan ji wê bajarokî derketine.

Di wê demê de, Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman ragihand ku, tenê grûpeke biçûk ji çekdarên DAIŞê mabûn, ku pabendî biryara serkirdeyên xwe nebûn û red kiribûn ji Cerablusê vekişin.

Rojnameya “Wall Street Journal” ya Amerîkî nivîsiye, nakokiyên di navbera Tirkiye û artêşa Azad ji aliyekî ve û hêzên Kurdî ji aliyekî din ve, dibe sedema şer, ku metirsî li ser hêza Amerîkî ya li wê navçeyê çê kiriye û erkê wan bo jinavbirina DAIŞê aloz kiriye.

Rojanmeya “Washington Post” derbarê vê pirsê nivîsiye, mana Tirkiyê di nava xaka Sûriyê de pirsgirêkek çê kiriye, ku hevpeymanên Amerîkayê li navçê rûbirûyî hev dike, di dema derketina şer di navbera artêşa Tirkiyê û artêşa Azad ji aliyekî de û HSDê ji aliyekî din ve, Amerîka di şerê li DAIŞê de berve ziyaneke mezin dibe.

Rojnameya Die Welt ya Almanî nivîsiye, bi derbasbûna artêşa Tirkiyê ji nava şerê Sûriyê yan Rojhilata Navîn re, bo Ewropa nedihat pêşbînîkirin û cihê metirsiyê ye. Li gor wê, hevahengiya Erdogan ligel Amerîka, NATO û Rûsyayê bo şikestina Kurd û jinavbirina DAIŞ û bihêzkirina pêgeha Tirkiyê ye, ew jî stratîjiya Erdogan binav dike, ku tenê di dema yengiyê de hewla revînê dide.