Girtiyekî siyasî yê Kurd: Ji 8 salan tenê carekê malbata xwe dît

Girtiyê siyasî yê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê Kemal Şerîfî di nameyekê de amaje bi rewşa xwe dike, ku ji 8 salan ve tenê carekê rê pê hat dayîn ku malbata xwe bibîne. Dibêje jî ku rojana tê îşkencekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtiyê siyasî yê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê Kemal Şerîfî di nameyekê de amaje bi rewşa xwe dike, ku ji 8 salan ve tenê carekê rê pê hat dayîn ku malbata xwe bibîne. Dibêje jî ku rojana tê îşkencekirin.

Girtiyê siyasî Kemal Şerîfî di nameyekê de, ku bi dizî karîbû nameyekê derxîne derveyî girtîgehê, tê de behsa rewşa xwe li nava zîndanê dike û dibêje, piştî 8 sal ji girtinê, tenê carekê rê pê hat dayîn ku malbata xwe bibîne, ew jî di rewşeke ewlehî ya tund de.

Şerîfî dibêje ku, rewşa wî ya tenduristî ne cîgir e û 6 mehan rastî îşkenceyê dihat, bo bi dare zorê li wan tuhmetên pê dihat tuhmetbarkirin mukir were.

Kemal Şerîfî di sala 2008an de bi tuhmeta endametiya partiyên Kurdistanî ye li bajarê Seqizê hate girtin û cezaya 30 sal zîndan li ser e.