Endamên Serkirdeyatiya YNKê nacivin

Biryar bû di destpêka vê hefteyê de Encûmena Serkerdeyatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê pirsgirêkên navxweyî de biciviyana, lê ji ber amadenebûna hemû endaman, heta niha ew civîn nehatiye encamdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zaniyariyan, hejmarek ji endamên Encûmena Serkirdeyatiya YNKê ji baskê Navenda Biryarê amade nebûn ku beşdarî wê civînê bibin. Li gor wan, ku civîn tenê bo asayîkirina di navbera her du baskan de ye, di demekê de ku wan daxwaz kiriye ku guftûgo li ser xalên peyama wan were kirin.

Duh Berpirsê Pîlotbîroya YNKê Mela Bextiyar di konferanseke rojnamegerî de got: “Biryar bû roja şemiyê 3 Îlonê Encûmena Serkirdeyatiyê bi beşdarbûna hemû endame civîn bi rê ve biçûya. Lê me ew civîn bipaş xist, bo demekê bi guftûgoyan din, ku ji me re girîng e hemû endamên serkirde û pîlotbîroyê bi her du cîgiran jî beşdarî civînê bibin.”

Li gor zanyariyan, di riya Fûad Masûm û Encûmena Navendî ya YNKê daxwaz ji baskê Navenda Biryarê kirin, ku beşdarî civîna Encûmena Serkirdeyatiyê bibin, lê heta niha razî nebûne bêyî cibicîkirina xalên peyama wan, beşdarî civînê bibin.