Leşkerên Tirkiyê 2 jin û zarokekî Sûrî dikujin

Leşkerê Tirkiyê li ser sînor Rojavayê Kurdistaê teqe li koçberên Sûrî kirin û di encamê de 2 jin û zarokekî hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Leşkerê Tirkiyê li ser sînor Rojavayê Kurdistaê teqe li koçberên Sûrî kirin û di encamê de 2 jin û zarokekî hatin kuştin.

Li ser sînorê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê koçberên Sûrî ku dixwastin sînor derbas bikin û derbasî nava xaka Tirkiyê bibin, leşkerên Tirkiyê teqe li wan kirin û di encamê de du jin û zarokekî canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyeke “Daily Mail” ya Brîtanî, ku koçberên gundê Ebû Xeşeb ya li parêzgeha Dêrezorê ku di bin destê DAIŞê de ye, ji ber DAIŞê direvin û li ber sînorê Tirkiyê kom bûne û dixwazin derbasî Tirkiyê bibin.

Di meha Nîsana borî de, 8 welatiyên Sûrî ku piraniya wan jin û zarok bûn, ku hewl didan derbasî Tirkiyê bibin, lê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn kuştin.