Rûsya 59 navendên tenduristiyê li Sûriyê jinav birine

59 navendên tenduristiyê di operasyonên firokeyên şer yên Rûsyê de li Sûriyê hatine jinavbirin

K24 – Navenda Nûçeyan

59 navendên tenduristiyê di operasyonên firokeyên şer yên Rûsyê de li Sûriyê hatine jinavbirin

Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de belav kiriye, êrîşên li ser navendên tenduristiyê hê berdewam in û ji dema ku opozîsyona Sûriyê beşdariya xwe di danûstandinên Cenêvê de rawestandiye, ew êrîş tundtir bûne.

Li gor tûra Sûrî, ji destpêka ku Rûsyê dest bi operasyonan kiriye li Sûriyê 59 navendên tenduristiyê jinav biriye, ku pirnaya wan êrîşan li her du parêzgehên Heleb û Idilbê bûn.

Di encama jinavbirina wan navendan de jî, 86 kesên sivîl hatine kuştin, ku 26 ji nava wan kadirên tenduristiyê bûn.

Rûsyê ji 30 Îlona 2015an ve, di bin navê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê dest bi operasyonan kir, lê aliyê hin rêxistnên navdewletî ve tê tometbarkirin ku, Rûsya kesên sivîl û çekdarên opozîsyona Sûriyê armanc dike.