Rûsya: Amerîka pabendî sozên xwe nabe

Rûsyê dibêje, Amerîka derbarê rêkefitna Sûriyê de pabendî sozên xwe nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsyê dibêje, Amerîka derbarê rêkefitna Sûriyê de pabendî sozên xwe nabe.

Wezareta Bergîriyê yê Rûsyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, Amerîka bi sozên xwe derbarê rîkeftina li Sûriyê pabend nabe, herwiha cudahiyê jî nake di navbera komên opozîsyona lîbral û komên terrorist de.

Wezaretê di daxuyanya xwe de got jî,  diyar e piştî derbasbûna sê rojan li ser agirbesta li Sûriyê, ku hikûmeta Sûryê tenê pabendî agirbestê bûye.

Herwiha Wezareta Bergîriyê yê Rûsyê got jî, hin navçeyên ku sivîl lê dimînin û di bin destê rêjîmê de ne, ji aliyê yekîneyên opozîsyonê yên ku Amerîka piştevaniya wan dike, tên topbarankirin.

Amerîka û Rûsyayê piştî guftûgoyên dirêj, gihiştin rêkeftina agirbestê li tevahiya Sûriyê di navbera tevahiya aliyên milimlanê li Sûriyê û roja yekem ya cejna Qurbanê kete warê cibicîkirinê.