Li Îdirê çêkirina nanê tenûrê

Li bajarên Bakurê Kurdistanê nanê tenûrê xwedî cihekî girîng e ji bo Kurdan. Di salên borî de bi zêdebûna jiyana bajarî nanê tenûrê ji zêde nayê pehtin. Lê belê li Îdirê welatiyê bi navê Kerem Eray hem nanê tenûrê dide xwarin hem jî debara mala xwe pê dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a333099c-19c9-4a79-af10-c9fb99bca591/NaneTenure.ism/manifest

K24 – Îdir

Li bajarên Bakurê Kurdistanê nanê tenûrê xwedî cihekî girîng e ji bo Kurdan. Di salên borî de bi zêdebûna jiyana bajarî nanê tenûrê ji zêde nayê pehtin. Lê belê li Îdirê welatiyê bi navê Kerem Eray hem nanê tenûrê dide xwarin hem jî debara mala xwe pê dike.

Li taxa Qreçê ya ser bi bajarê Îdira bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Kerem Eray digel hevjîna xwe Zûleyxa Erayê li ber deriyê avahiya xwe tenûr daye çêkirin û bi hev re ji bo seranserê Îdirê nanê tenûrê dipêjin. Kerem Eray dibêje ku di sala 1996an de li Stenbolê wî ev kar dikir, piştre jî vegeriyaye welatê xwe, karê xwe berdewam kiriye. Kerem niha bi firotina nanê tenûrê ji bo xwe avahî çêkiriye, wesayît û dikan kiriye.

Nanpêj Kerem Eray dibêje: "20 sal in em vî karî dikin, hezar car şikûr ji xwedê re em ji karê xwe memnûn in. Em hewceyî kesê nabin. Em şev saet 02:30an de radibin, nêzîka 2 hezar nan derdixin. Çar demsalên salê em dixebitin."

Hevjina Kerem, Zuleyxa Eray jî serê sibehê zû radibe û ji bo ku di tenûrê de bê pehtin hevîr distre û ji bo karê hevserê xwe hêsan bike gulokên hevîr amade dike.  Zûleyxa di heman demê de nanên ku têne pehtin jî ji bo bên belavkirin dixe poşetên plastîk û datîne ser dezgehê.

Zûleyxa Eray derbarê karê xwe de dibêje: "7 sal derbas bûn me û mala malxê xwe bi hev re li vir kargeh vekiriye. Berê kar û rewşa ma ne rind bû. me bi saya vî karî mala xwe çêkir û niha rewşa me zehf rinde. Ev 10 sele em zevicî ne, em her du jî dixebitin, er tiştê me di nava hizûriyê de derbas dibe."

Kerem Eray û hevjîna xwe amaje pê dikin ku ne pereyê karebayê, ne ya avê ne jî derdê kire tune ye û her çiqas li Îdirê kar zêde tune be jî û zehmetî hebin jî dibêjin ku karê wan baş derbas dibe. Herwiha ev nanê ku tê pehtin ji bo dikan û xwaringehan tên şandin.