Greva birçîbûnê ya ENKSê çawa dest pê kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyeke greva birçîkirinê kiriye. çalakiya ENKSê jî wek nerazîbûneke aştiyane li dijî kiryarên Rêveberiya Xweser û Asayişa Rojava tê. Ku gelek alîgir, endam û serkirideyên ENKSê ji aliyê asayişa ve girtî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gelek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyeke greva birçîkirinê kiriye. çalakiya ENKSê jî wek nerazîbûneke aştiyane li dijî kiryarên Rêveberiya Xweser û Asayişa Rojava tê. Ku gelek alîgir, endam û serkirideyên ENKSê ji aliyê asayişa ve girtî ne.

Di çarçoveya Operasyona Hêzên Pêşmerge li her du eniyên Xazir û Giwêr, 14ê Tebaxê Pêşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Hebîb Qedrî Mihmed Seîd şehîd bû. Roja 15 Tebaxê Asayişa Rojava li gundê Xane Serê rê li ber derbasbûna termê şehîd Hebîb Qedrî Mihmed Seîd girt û nehêşt ku karwana wî derbasî Girkê Lekê bibe, di encamê de nerazîbûn derbarê wê rêgiriyê de derket û camewer û milet termê şehîd li ser milan birin goristanê. Herwiha alozî jî di navbera Asayişa Rojava û miletê kombûye de derket. Asayişê jî dest bi girtina endam û serkirdeyên ENKSê kir.

Di nava girtiyan de, Berpirsê Rêvebir yê Pîlotbîriya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl, endamê Pîlotbîriya PDK-Sê Neşet Zaza, endamê Sekreteriya YXCDKS Dijwar Tewfîq, endamê Komîteya Navenda ya PYKS Ebdulah Kedo rojnamevan Barzan Şêxmûs û hejmarek din ji endamên ENKSê û çalakvanan hene.

Roja 7 Îlonê, hejmarek ji endamên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî girtina siyasetmedaran bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê jî ji demjimêr 9:00 û heta 18:00 li navenda Orkêş li Amûdê bi rê ve çûbû.

Piştre roja yekem ya cejna Qurbanê 12 Îlonê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo dest bi greveke birçîbûnê ya vekirî kirin. 20 endamên ENKSê niha di roja pêncem de bi greva xwe de berdewam in.

Serokê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê Şemdîn Nebî ku yek ji wan kesên di greva birçîbûnê de ye di îro roja şeşemîn de ji K24ê re ragihand, di roja şeşemîn de greva birçîbûnê bi moraleke gelekî bilind in berdewam e. tevî ku hin pirsgirêkên nexweşiyê wek serêşê û bilindbûna zexta xwînê di nava hin kesên ku grev girtine de derketiye, lê ti kesekî xwe ji grevê venekişandiye.

Herwiha duh jî, Xwecihiyên Rojavayê Qamişlo, Çilaxa, Dêrik, Heseke, Tirbesipiyê û Dirbasiyê dest bi greva birçîbûnê kirine. Herwiha li Başûrê Kurdistanê li kampa Kewrgoskê hejmarek ji penaber û endamên ENKSê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di roja çaremîn greva birçîbûnê ya ENKSê de, Serokê Encûmena Cibicîkar Ebdilkerîm Saroxan ragihand ku, girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin, ji ber ku karê wan ê li dijî zagonên Rêveberiya Xweser hatine girtin. Herwiha ev grev jî ne bi awayekî cidî ye.