Enqere: Êrîş li dijî Balyozxaneya Îsraîlê hate kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Enqerê êrîşek li dijî Balyozxaneya Îsraîlê hate encamdan.
Peyamnêrê K24ê li Enqerê ragihand, êrîşek li ser balyozxaneya Îsraîlê li Enqerê hatiye kirin û di encamê de paswanekî balyozxanê birînddar bûye.
Peyamnêrê K24ê diyar kir ku, du kesan bi kêran êrîşî li ser balyozxaneya Îsraîlê kirine, ku yek ji wan kesên êrîşker birîndar bûye û yê din jî bi saxî hatiye girtin.
Li cihê bûyerê gelek tedbîrên ewlehiyê hatine girtin, herwiha gelek ambulans jî gihêştine cihê bûyerê.