Li Colemêrgê PKK 4 kes revandin

Du ji wan efser bûn.

K24- Navenda Nûçeyan

Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li navçeya Çelê li Colemêrgê 4  kes revandin, du ji wan endamên Artêşa Tirkiyê revandin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibehê hêzên PKKê li ser rêya Colemêrg û Çelê li bakurê Kurdistanê, otomobîlekê radewtînin û nasnameya wan biçkinîn dikin, piştî ku, dizanin ew leşkerin di Artêşa Tirkiyê ew revandin.

Piştî wê bûyerê Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonekê kir. Ji aliyê xwe jî Waliyê Colemêrgê Cuneyit Orhan Toprak jî ew bûyer piştrast kir.