Demîrtaş serdana Ewrpayê dike

li Brûkselê bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz dê bicive.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş serdana Ewrpayê dike.

Li gor dazanîna Navenda Giştî ya(HDP)ê şandeyek digel Selahattîn Demîrtaş dê 27 û 28ê îlonê serdana Brûkselê, 29ê îlonê jî serdana Berlînê bike.

Li gor zanyariyê K24ê Demîrtaş dê li Brûkselê bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz, Nûnera Bilind a Yekitiya Ewropayê Federica Mogherini û Berpirsê Danûstandinên Endamtiyê Johannes Hahn re dê bicive.

Li Elmanyayê jî bi Cigîrê Angela Merkel û serokên çend partiyên siyasî û çepgir hevdîtinan pêk bîne.

Demîrtaş ev çend roj bûn serdana herêma Kurdistanê kiribû û digel Barzanî 2 caran civiya bû.