Hewramî: PDK piştgîrî li daxwazên xwepêşandaran dike
K24 – Hewlêr
Endamê Serkirdeyatiya Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ji K24ê re ragihand, PDK piştgîriyê li daxwazên xwepêşanderan dike. Lê PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî wê yekê ne, ku her hêzekî siyasî xwepêşandanan bo meremên xwe yên siyasî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê bikar bîne.
Îro li bajarên Silêmanî, Helebce, Ranya û Germiyan, mamoste li pêş navendên Perwerde, Parêzgerî û Şarederiyan bo daxwaza mafên xwe derketine xwepêşandanan.