Kildaniyek: Em dixwazin ligel Kurdistanê bijîn

Kongreya Yekemîn ya Hevgirtina Kildanan li Iraq û Cîhanê, li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû. Careke din Sefa Hindî wek Serokê Desteya Hevgrtina Kildaniyan li Iraq û cîhanê hat hilbijartin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f7dadb78-e6a8-4157-8ab4-7599b0d85820/Kongrey%20kildaninan%20Hewler.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Kongreya Yekemîn ya Hevgirtina Kildanan li Iraq û Cîhanê, li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû. Careke din Sefa Hindî wek Serokê Desteya Hevgrtina Kildaniyan li Iraq û cîhanê hat hilbijartin.

Serokê Hevgirtina Kildaniyan li Iraq û Cîhanê, Sefa Hindî ji K24ê re axivî û got: “Piştî 3ê Rojan ji danûstandinên di nav kongrê de rewşa Xiristiyanan li Iraq û cîhanê, herwiha mijara penaberên ku niha li Herêma Kurdistanê dimînin û deşta Neyneweyê ji piştî rizgarkirinê hate şîrovekirina.”

Newzed Polis ku ew jî endamekî wê kongreyê bû, ji K24ê re got: “Piştî rizgarkirina deşta Neynewayê, em dixwazin ku deşta Neynewayê bibe parêzgeh û referandûm lê were kirin, piştre ser bi Herêma Kurdistanê ve bimîne, ji ber ku çarenivîsa me bi Kurdistanê re ye.”

Kongreya Hevgirtina Kildanan li Iraq û Cîhanê di Tîrmeha sala 2015an de li Herêma Kurdistanê hat damezrandin, biryar e jî piştî 4 salên din careke din kongre were lidarxistin.