Di salekê de 2 hezar û 468 endam û rêvebrên DBPê hatine girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Di nav salekî de 2 hezar û 468 endam û rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê hatin girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê îsal Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP)ê Kamûran Yuksek, endamên meclîsa partiyê û hejmarek zêde şaredar jî nav de 2 hezar û 468 endam û rêveberên wê partiyê hatin girtin.
Herwiha 4 rêveberên wan jî li navçeya Cizîr û Silopiyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatine kuştin.