Mesrûr Barzanî: Divê bingeha siyasî ya Iraqê bi awayekî nû were dariştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Divê bingeha siyasî ya Iraqê bi awayekî were dariştin, ku ligel ferehiya kulturî û pêkhatiyên netewî û olî yên Iraqê bigunce, bo ligel xwe û cîranan de bi aştî bijî.
Daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşwazîkirina Balyozê nû yê Kwêtê li Iraqê Salim Xesab Mihemed El-Zeman de hat, ku wek Balyozê nû ya Kwêtê li Iraqê dest bi kar kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê nû yê Kwêtê Salim Xesab Mihemed El-Zeman ji ragihand, ew ligel daxwaza gelê Kurdistanê ne û pêwîst e civaka navdewletî berpirsyatiya zêdetir hilgire.
Di heman demê de, amaje bi rola qehremanane ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir, ku di şerê rûbirûbûna DAIŞê û parastina tevahiyan pêkhateyên navçeyê de bê cudahî şer dikin.