Heleb.. Di 2 hefteyan de 376 kes hatine kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di her du hefteyên derbasbuyî de li taxên rojhelatê Helebê 376 kes hatine kuştin û hezar û 266 kesên din jî birîndar bûne.
Hevrêzê Karûbarên Mirovî li Sûriyê Yan Êgland di konferenseke rojnamegerî de behsa rewşa Helebê kir û got, heta niha wan ti bersiveke fermî ji hikûmeta Sûriyê derbarê derbaskirina alîkariyan ji deverên dorpêçkirî re wernegirtiye.
Herwiha Êgland got, bi hezaran kesên birîndar hene û pêwistiya wan bi çareseriya tenduristî hene. Êgland got jê, li gor amarên wan di her du hefteyên borî de li rojhelatê Helebê 376 kes hatIne kuştin û hezar û 266 kes birînirdar bûne.
Êgland diyar kir ku, ji destpêka êrîşan li ser bajarê Helebê, êrîş li ser nexweşxane û dibistan û nanbêjan hatine kirin û ev êrîş ên herî xirab û giran in.