Bo cara 5emîn Rûsya Veto derbarê Sûriyê de bikar tîne

Bo cara 5emîn Rûsya karta “Veto” li dijî projeyekê derbarê krîza Sûriyê de di Encûmena Asayişa Navdewletî de bikar tîne, vê carê li dijî projeya Fransî bikar anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bo cara 5emîn Rûsya karta “Veto” li dijî projeyekê derbarê krîza Sûriyê de di Encûmena Asayişa Navdewletî de bikar tîne, vê carê li dijî projeya Fransî bikar anî.

Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî û mîlîşyatên Îranî ve, ji demekê de bi tundî taxên rojhilata Helebê yên di jêr kontrola çekdarên opozîsyonê de bombebaran dike, ku wzn taxan de bêhtir ji 250 welatî di dorpêçeke tund de ne.

Duh jî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, Fransa projeyeke pêşkêş kir, ku daxwaza bidawîanîna firîna firokeyên Rûsî li asmanê Helebê û gihandina alîkariyên mirovî bo Helebê dikir. Rûsyayê jî karta Veto li dijî vê projeyê bikar anî.

Cîgirê Balyozê Amerîka di NY de David Brisman li ser bikaranîna karta Veto ji aliyê Rûsyayê ve got: “Rûsya bûye yek ji fakterên terorê li Helebê, ji ber tektîkên wek çeteyan bikar tîne, ne wek hikûmetan.”

Da ku projeyek di Encûmena Asayişa Navdewletî de bibe biryar, pêwîstiya wê bi 9 dengan heye, lê bê ku ti welatek (Ji 5 welatên xwedî vê mafê bikaranîna Veto), Vîto bikar bîne. Projeya Fransî jî pejirandina 11 dengan wergirt, Çîn û Angola mafê dengdanê bikar neanîn, Venezuela red kir, Rûsyayê jî karta Veto bikar anî.

Ji aliyê ve, Balyozê Rûsyayê di NY de Vîtalî Çorkîn di cvînê de got ku, krîza Sûriyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ya girîng ew e ku, hemû alî bi hevahengî kar bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jan Mark Ero got: “Heger em tiştekî nekin, Heleb dê di demeke nêzîk de bibe bajarekî wêrankirî û di dîrokê de jî bibe bajarekî di destê celadên wê de mayî. Heger civaka navdewletî hişyar nebe, berpirsyatiyê wê di stûyê wan de ye.”