Gever: 4 welatiyên bi destê polîsan hatibûn kuştin tên veşartin

Li Geverê piştî ku zirîpoşeke polîsên Tirkiyê teqe li welatiyan kir û di encamê de 4 welatiyan canê xwe jidest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn, metirsî heye ku tundûtûjî careke din vegere bajarên bakurê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Geverê piştî ku zirîpoşeke polîsên Tirkiyê teqe li welatiyan kir û di encamê de 4 welatiyan canê xwe jidest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn, metirsî heye ku tundûtûjî careke din vegere bajarên bakurê Kurdistanê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi piştrastkirina kuştina 4 welatiyan û birîndarbûne 3 welatiyên de ragihand, ew lêkolînê derbarê wê bûyerê de vedikin.

Parêzgarê Colemêrgê di daxuyaniyekê de ragihand, ew polîsê di nava otombîla zirîpoş ji cura Kopra de bû û teqe li welatiyan kiriye, hatiye desteserkirin, wî polîsî jî bi awayekî serbixwe ew kar kiriye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniyekê de bi tundî êrîş li parêzgarê Colemêrgê kir û ew bûyer riftarekî taybet bi polîsekî binav kiriye. HDP rûdana vê bûyerê bi îstifzazî û aşkere dizane, ku di nava dam û dezgehên dewletê de grûpên ewlekarî û leşkerî hene û bi plan van karan dikin.

Duh, danê sibê li navçeya Geverê ji Kolana Cengîz Topelê otombîleke zîrpoş a polîsan teqe li welatiyan kiribû, 4 welatiyan canê xwe jidest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Biryar e îro termê 4 welatiyên ku di wê bûyerê de canê xwe jidest dane bi axê werin spartin, her du partiyan HDP û DBPê bang li endam û alîgirên xwe kirin, ku di merasîma veşartinê de beşdar bin.