Hêmin Hewramî: Di demeke nêzîk de Barzanî diçe Îranê

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di demeke nêzîk de serdana Îranê dike û komîteyek jî bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6e0ded3b-0ffd-4093-a219-aeb15160a7bd/HeminHawrami.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di demeke nêzîk de serdana Îranê dike û komîteyek jî bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava dike.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ji K24ê re ragihand, di demeke nêzîk de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî serdana Tehranê dike, lê hîn dem û endamên şanda pê re û hûrgilên civînan yekalî nebûne.

Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Hewramî got,  komîteyeke bilind ji her du aliyan de pêk tê, tê avakirin, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Iraqê de.