Nadya Murad xelata Vaclav Havel wergirt

Balyoza Niyazpakiyê ya NY Nadya Murad li bajarê Starsburgê ya Fransayê û li Koşka Encûmena Parlementoya Ewropayê xelata Vaclav Havel ya mafên mirovan wergirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyoza Niyazpakiyê ya NY Nadya Murad li bajarê Starsburgê ya Fransayê û li Koşka Encûmena Parlementoya Ewropayê xelata Vaclav Havel ya mafên mirovan wergirt.

Xelata Vaclav Havel taybet e bi mafên mirovan e û yek ji girîngtirîn xelatên Ewropa ye û buhaya wê 60 hezar Euro ye.

Xelata Vaclav Havel bi nave Serokê koçkirî yê Komara Çîk e û salane bo kesên di warê mafê mirovan de çalak in tê pêşkêşkirin. Herwiha ligel xelatê jî 60 hezar Euro jî tê bexşkirin.

Nadya Murad keça Kurd a Êzidî di 3 Tebaxa 2014an de li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve dîl tê girtin û wek “Sebiye” tê kirîn û firofan. Herwiha û malbata wê jî tê kuştin.

Piştî ku karî xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike, bi riya medya karî çêroka xwe bi cîhanê bide nasîn. Di wê çarçovê de jî di Encûmena Asayişa Navdewletî û NY de bû mêvan û derbarê tawanên DAIŞê de axaft.

Piştre di meha borî de, Nadya Murad ji aliyê NYê ve wek balyoza Niyazpakiyê hat destnîşankirin û bû yekem jina Kurd ku erkê Balyozê Niyazpakiyê di cîhanê de werbigire.