Li Antalyayê 25 kes hatin binçavkirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Antalyayê 25 kes bi tohmeta endamên PKKê ne hatin binçavkirin.
Duh, li Antalyayê piştî ku, bi roketan êrîş pêk hat îro, hêzên ewlekariyê operasyonek berfireh dan destpêkirin. Navenda operasyonê li Antalyayê bû û bajarên wekî Stenbol, Enqere, Şirnex û Batmanê jî polîsan bi awayekî hev dem bi ser mala de girtin.
Di encama wê operasyonê de 25 bergûman bi hinceta endamên PKKyê ne hatin binçavkirin. Hat zanîn ku, nav girtiyan de parêzerek jî heye.
Duh, li bajarê Antalyayê ser riya Kemerê li dijî tankerekî neftê bi roketan êrîş hatibû kirin. Lêbelê roket li masîgehekî ketibû ti kuştî û birîndarî çênebûbûn.