UNHCR: Bo Mûsilê pêwîstiya me bi 61 milyon dolar heye

Tê pîşbînî kirin ku, yek milyon kes ji bajarê Mûsilê penaber bibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Komsyona Bilind a penaberan a ser bi neteweyên Yekbûyî ve UNHCR ragehand ku, pêwîstiya wan bi 61 milyon dolar bo alîkariya welatiyên ku, ji bajarê Mûsilê birevin.

Derbarê vê yekê berpirsê Komisyona Bilind a ser Neteweyên Yekbûyî UNHCR Fîlîpo Grandî piştî giheştina wî li Iraqê ragehand ku, pêwîstiya wan bi 61 milyon heye daku, alîkariya penaberên Mûsilê bikin,da zanîn ku, niha kamp tên avakirin.

Serdana wî berpirsê bilind yê UNHCR piştî ku, îro operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê destpêkir û tê pêşbînî kirin ku, yek milyon ji wî bajarî koçber bibin. Serdan  4 rojan berdewam dike.