Li 14 gundên Diyarbekirê qedexe hatin ragihandin

Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 14 gundewarên navçeyên Diyarbekirê yên Lice, Hezro û Karazê banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Parêzgeriyê amaje kir ku ji bo operasyon li hember rêxistina çekdar werin destpêkirin, heta bangewaziyeke duyemîn, dê qedexe bidome.

K24 – Diyarbekir

Li 14 gundewarên bi ser Lice, Hezro û Karazê yên Diyarbekirê ve bangewaziya qedexeyê hat ragihandin. Qedexe ji bo 17.10.2016’an, demjimêr 05:00’an hatiye diyarkirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, li 10 gundên bi ser Liceyê, 2 gundên bi ser Hezroyê û 2 gundên bi ser Karazê ve dê operasyonên werin destpêkirin û ji bo zerar û ziyan negihîje şêniyên herêmê, hişyarî hat kirin.

Li Başûrê Kurdistanê, şer û pevçûn di nav endamên rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Leşkerên Artêşa Tirk de dewam dikin.