Nexşe.. Deverên Pêşmerge rizgar kirine

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e di pêşketinên xwe de û duh di operesyonekê de karîn zêdetirî 200 k.m çargoşe berve Mûsilê de kontrol bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e di pêşketinên xwe de û duh di operesyonekê de karîn zêdetirî 200 k.m çargoşe berve Mûsilê de kontrol bike.

Hêza Pêşmerge di hemû eniyan de êrîş berve Mûsilê kir û fişareke zêdetir xiste ser çekdarê DAIŞê, ji ber wê yekê hejmarek ji çekdarên berve Sûriyê reviyan.

Di vê nexşê de bi hûrî cihê DAIŞê diyar dibe, ku deverên wê bi rengê reş hatine nîşankirin. Deverên bi rengê zer jî yên Pêşmerge ne. Herwiha beşê bi rengê Pirtuqalî hatiye nîşankirin, duh Pêşmergeyên Kurdistanê ew dever ji destê DAIŞê rizgar kiribûn.

Duh, bi serpereştiya rasterast ya Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî qonaxa yekem ya operesyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir û 11 gundên Kurdistanî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.