DAIŞ melayekî dikuje

Navê wî mamosteyî Şêx Qehtan Hebîb û bi Ebo Hemze dihat naskirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê dema ku, êrîşî wêstgeha kerebê ya navçeya Dobizê kir, hejmarek fermanber û karmendên wê wêstgehê kuştin, di nav wan de mamosteyekî ayînî hebû, ew mamoste gotarbêjê mizgefta El-Rehman li navçeya Dobizê bû.

Li gor ku, li medyayê hatiye belav kirin, navê wî mamosteyî Şêx Qehtan Hebîb û bi Ebo Hemze dihat naskirin, ew mamoste yek ji qurbaniyên DAIŞê bû ku, duh, bi hejmareke çekdarên xwe êrîşî qezaya Dobiz kirin, di encam de 12e kes hatin kuştin.