Rojamevanek li başûrê Mûsilê çanê xwe jidest dide

Hat ragihandin ku, rojnamevanekî Iraqî li navçeya Şora li başûrê Mûsilê bi guleya nîşanvanekî canê xwe jidest da. Herwiha rojnamevanekî din jî li Kerkûkê tê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku, rojnamevanekî Iraqî li navçeya Şora li başûrê Mûsilê bi guleya nîşanvanekî canê xwe jidest da. Herwiha rojnamevanekî din jî li Kerkûkê tê kuştin.

Li gor nûçeyeke televisyona “Someriye” ya Iraqî, ku wênegirê wê kenalê Elî Rîsan li navçeya Şora li başûrê Mûsilê romala operesyona rizgarkirina Mûsilê dikir, bi guleya nîşanvanekî DAIŞê canê xwe jidest da.

Herwiha duh jî, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Kerkûkê de peyamnêrê televesyona “Turkmen Ili” Ehmed Haciroglu canê xwe jidest bû.

bajarokê Şora li bakurê navçeya Geyara ye, îro roja şeşemîn e operesyona artêşa Iraqê li wê navçeyê berdewam e.

tê zanîn ku Iraq yek welatên herî metirsîdar e li ser jiyana rojnamevanan.