Asayişa Qamişlo 5 endamên ENKSê azad dike

Asayişa Qamişlo 5 endamên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKS) piştî 69 rojan ji zîndanên xwe serbest berdide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Qamişlo 5 endamên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKS) piştî 69 rojan ji zîndanên xwe serbest berdide.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, Asayişa Qamişlo îro danê êvarê 4 endamên ENKSê (Teysîr Hito, Xalid Aklî, Kawa Kenreş, Fêsel Qadirî, Zubêr Saro) piştî 69 rojan ji zîndanên xwe serbest berdan.

Tê zanîn ku, Ji ber beşdariya endam û alîgirên ENKSê di merasîma oxirkirina şehîdekî Pêşmerge ku di şerê DAIŞê de şehîd bûbû, bi dehan çalakvan, endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatin girtin.

Herwiha ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, ENKSê gelek çalakiyên xwepêşandan û grevên birçîbûnê li bajarên Rojava û welatên derve bi rê ve birin.

Tê zanîn ku, hîn bi dehan çalakvan, endam û serkirdeyên ENKSê di zîndanên Asayişa Rojava de girtî ne. ENKSê jî her cara banga rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî dike ku, fişarê li desthilatên Rêveberiya Xweser bikin, da ku hemû girtiyên ENKSê di zûtirîn deme de bên azadkirin.