Fransa dema erkê barhilgira firokeyan "Charles De Gaulle" dirêj kir

Dema erkê wê heta 15ê Kanûna duyem hate dirêjkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca piştevaniya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê Serokatiya Fransayê dema erkê barhilgira firokeyan "Charles De Gaulle" li deryaya Spî dirêj kir.

Derbarê dirêjkirina erkê barhilgira firokeyan a Farnasî  "Charles De Gaulle" Serokê wî welatî serokatiya civînekê ya Encûmeneeke Ewlehiyê ya piçûk kir, tê behsa beşdariya Fransayê di Operasyona Mûsilê de hat kirin, herwiha biryar hate dan ku, dema erkê wê barhilgirê heta 15ê Kanûna Pêşîn were dirêjkirin.

Her li heman civînê de pêşhateyên operasyonê û şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê jî hate gotûbêjkirin.

Firanse yek ji welatên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka li dijî DAIŞê ye.