Yekîtiya Ewropa xelata Saxarov dide 2 keçên Kurd ên Êzidî

Yekîtiya Ewropa 2 keçên Kurd ên Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûbûn, Bi xelata “Saxarov a azadiya ramanê” ya azadî û ramanê ya sala 2016an xelat dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropa 2 keçên Kurd ên Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûbûn, Bi xelata “Saxarov a azadiya ramanê” ya azadî û ramanê ya sala 2016an xelat dike.
Parlamentoya Ewropayê li Strasburgê xelata “ Saxarov a azadiya ramanê” îsal da her du keçên Kurd ên Êzidî Nadya Murad û Lemiya Beşar ku ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin. Serokê Yekîtiya Ewopayê Martin Schulz di dema xelatkirinê de got: “Êzidî du caran hatine jenosidkirin.”

Schulz diyar kir, ew her du keç hêjayî wê xelatê ne, ji ber ku piştî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin, karîn zilm, zor û jenosida bi serê Êzidiyan ve hatiye ji cîhan û civaka navdewletî re aşkere bikin.

Nadiye Murad ew keça Kurd a Êzidî ye ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin û destdirêjî lê hatibû kirin û di sala 2014an de karîbû xwe rizgar bike. Çendîn xelatên din wergirtine û ji aliyê NY ve wek Balyoza Niyazpakiyê hat destnêşankirin. Herwiha bo wergirtina xelata Nobelê jî berbijêr bû.

Lamya Beşar jî bi heman awayî ji destê DAIŞê rizgar bû û piştî ku çend caran hewl da ligel 2 keçên din xwe rizgar kirin, lê di dema rizgarbûnê de bombeyek bi wan teqiya, her du keçên din canê xwe jidest dan, ziyaneke mezin jî gihêşt Lemya Beşar.

Salane xelata “Saxarov a azadiya ramanê” ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bo çend kesan tê bexşandin, li ser navê zanayê Rûsî Andrei Saxarov e, ku bo dezgeh û kesên ku xebatê bo azadiya ramanê dikin, tê bexşandin.