Tirkiyê derbarê ragehndinê de du yasa derxistin

Berî niha Tirkiyê bi hiceta ewrşa awarte çendîn malper, ajans û TV girtibûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi biryarnameya ku wek Qanûn tê qebûl kirin ya ku îro ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye weşandin, Ajansa Nûçeyan ya Dicle DİHA, Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Yukseova Haber, JİNHA, Kovara Tiroj di nav de gelek navgînên ragihandinê hatin girtin.

Hikûmeta Tirkiyê îro, 2 biryarnameyên ku wek Qanûn tên hesibandin ragihand. Li gor wan herdû biryarnameyan, listeya kovar, ajans û rojnameyên ku biryara girtina wan hatiye dayin hat ragihandin û disa hat diyar kirin ku, di serdema rewşa awarte de, kesên ku bên girtin herî zêde 3 parêzer dikarin ji wan re parêzeriyê bikin.