Serkirdeyekî Îranê li Helebê hate kuştin

Ji aliyê çekdarên Opozîsyona Sûriyê ve hate kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Îranê bi navê Mihmed Elî Mihmed Hûseynî ku, weke serkirdeyê Hêza Komandoz a taybet dihat naskirin li bajarê Helebê ji aliyê çekdarên Opozîsyona Sûriyê ve hate kuştin.

Ajansên Îranê ragehand ku, duh, Serkirdeyê "Lîwaye Îmam Secad" ya Hêzên taybet(Komandoz) Mihmed Elî Mihmed Hûseynî di çarçoveya vekirina dorpêça li ser Helebê ji aliyê çekdarên Opozîsyona Sûriyê ve hate kuştin.

Berî niha jî çendî pasewan û serkirdeyên Îranî li Sûriyê di şerê rejîma Sûriyê li djî çekdarên opozîsyona wî welatî de hatine kuştin, Îran jî di wî şerê navxweyî de li Sûriyê piştgiriya rejîma Esed dike.